Astengdaran bi geştekê pêşwazî li havînê kirin

 

 

Astengdarên ku li Navenda Jiyana Çalak û Navenda Piştgiriya Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li Malên Vehesînê hatin perwerdekirin, di geştekê de demeke xweş derbas kirin.

Ji bo xwendekar û dayik û bavên Navenda Jiyana Çalak a Malên Vehesînê û Navenda Piştevaniya Astengdaran a di çarçoveya Midûriyeta Şaxa Xizmetên Civakî, Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û pîran de "Geşta Silav li Havînê " hate lidarxistin.

Astengdar û malbatên wan ên ku bi otobusa ku Şaredariya Bajarê Mezin veqetand siwar bûn, berê xwe dane seyrangeha Karakopruyê.

Astengdarên ku bi gogê leyistin, stran gotin û govend gerand bi perwerdekaran re pêşbirka telîs û hêkan kirin.

Di çalakiya ku xwarin û vexwarin hatin pêşkêşkirin de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ensari Erden û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Bayram Sezgîn ji nêz ve eleqeyeke mezin nîşanî kesên astengdar û malbatên wan dan.