"Bernameya Şiyarbûna Ciwanan a Vizyon 2023" hat organîzekirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ku projeya Şiyarbûna Ciwanan zêdetir bigihîne ciwanan, "Bernameya Şiyarbûna Ciwanan a Vizyon 2023" li dar xist.

Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê bi şîara “Her tişt bi xewnekê dest pê dike” bi armanca danasîna çalakiyên ku li akademî, lîse û malên zanînê tên lidarxistin û ciwan û zarok zêdetir sûdê ji projeyê werdigirin çalakiyek danasînê li dar xist.

Di bernameya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç di bin navê "Bernameya Şiyarbûna Ciwanan a Vîzyon 2023" hat lidarxistin de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, bi ciwanan re hat cem hev.

"Ji bo pêşîlkirina astengiyan vîn, sebir û têkoşîn lazim e"

Çîftçî ku di bernameyê de çîroka jiyana xwe ji ciwanan re vegot, diyar kir ku ji bo serkeftinê ti carî dest ji armancên xwe bernedin.

Çîftçî weha axivî:

“Jiyan ne xeteke rast e, dê gelek astengî derkevin pêşiya we û lipaşhiştina van astengiyan di destê we de ye. Hûn ê yan dev jê berdin yan jî têbikoşin. Ger hûn yekem astengiya ku hûn rûber dibin bişeqizin û dev jê berdin, şansê we yê serkeftinê tune. Ji bo derbaskirina astengiyan îrade, sebir û têkoşîn lazim e. Û gava hûn bizavê bikin, bêguman hûn ê bi ser bikevin.”

Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Ender Ozbek, Mamosteyê Navenda Zanist û Hunerê (BÎLSEM) Mehmet Kaya û Endamê Hîndekariya Zanîngeha Dîcleyê Îsmet Kaya, bala ciwanan kişande ser giringiya serketinê, amaje pê kirin ku divê mirov bibe xwedî ramanên erênî û li gel her cure zehmetî û astengiyan divê mirov têkoşîna xwe bidomîne.

Çalakî bi konsera ney ya Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Îsmet Kaya û kişandina wêneyan a pêkve bi dawî bû.