Rêya gundê Ambarê yê Bismilê hat asfaltkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser rê û rêbara navçeya Bismilê û gundê Ambarê bi asfalta germ qîr kir.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo ewlekarî û rehetiya çûnûhatinê li navçe û taxên gundewarî, li gundê Ambarê xebatên asfalta germ kirin.

Ekîban li ser rêya 1500 metre dirêj û 600 metre rêya girêdanê bi tevahî 13 hezar ton madeya bingehîn a binesaziyê û 8 hezar asfalta germ darêt.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatiyên ku li gundan dijîn ji sewqiyata bi ewle û rehet sûd werbigirin dê xebatên asfalta germ bidomînin.