Li Yenîşehîrê 2 avahî hatin hilweşandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser rêya Taxa Dokuzceltikê ya navçeya Yenîşehîrê, li gorî plansaziya arizîkirinê 2 avahiyên li ser rê hilweşandin.

Di çarçoveya xebatên li dijî bajarvaniya bêplan hatin kirin de, Midûriyeta Herêmê avahiyên li Bulvara Mîr Celadet ên ku li ser rê mane li gorî plansaziya arizîkirinê îmha kirin.

Piştî tedbîrên ewlehiyê yên ekîbên zabiteyan xebatên hilweşandinê hat kirin. Bermahiyên di encamê de bi kamyonan ber bi cihê avêtina kolandinê ve hatin veguhestin.

Li Bulvara Mîr Celadet a Taxa Dokuzceltikê bi qedandina xebatên îmhayê re dê rêya ku Bulvara Elezîzê bi rêya Farqînê ve girêdide bê vekirin.