9 hezar xwendekarî ji semînerên tevdîrên bo tiryakê sûd wergirtin

 

 

9 hezar xwendekaran ji semînerên "Pêşîlêgirtin û Parastina Ji Bendîtiya Teknolojiyê û Madeyên Hişber" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat lidarxistin, sûd wergirtin.

Navenda Şêwirmendiya Ligel Bendîyên Madeyên Hişber a girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Sporê di çarçoveya projeya bi hevkariya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê de li 20 dibistanan ji bo xwendekaran semînera "Pêşîlêgirtina ji bendîtiya bi0 teknolojiyê û madeyên hişber" li dar xist.

Di semîneran de Psîkologên Navenda Piştevaniya Şêwirmendiya Ligel Bendîyên Madeyên Hişber Ugur Çagan Alakuştekîn û Serap Cross der barê teknolojî û tedbîrên li hember tiryakê de, bandorên parastinê û pêşîlêgirtinê ka çawa dikarin pêk bên û divê berê û paşê çi bikin, xwendekar agahdar kirin.

Navenda Şêwirmendiya Ligel Bendiyên Madeyên Hişber dê semînerên xwe yên teknolojî û tiryakê li malên zanînê û lîseyên akademiyê bidomîne ku dê bi çalakiyên havînê yên li Şaredariya Bajarê Mezin berdewam bike.