Li Diyarbekirê ji beşdarên YKSê re çûnûhatin belaş e

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, xwendekarên ku dê beşdarî Îmtîhana Saziyên Perwerdehiya Bilind (YKS) ya ku dawiya hefteyê tê kirin, bêpere xizmetguzariya wan dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber îmtîhanên TYT û AYT yên ku dê di 17-18ê Hezîranê de bên kirin, biryar da ku bi wesayitên xwe yên çûnûhatinê re bêpere xizmetê bide xwendekaran.

Li gor biryara ku hat girtin, heke xwendekar li wesayitên komsiwariyê siwar bibin belgeyên ketina îmtîhanê nîşan bidin, Midûriyeta Gihandinê dê tu heqî ji wan nestîne.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di navbera 17-18ê Hezîranê de li navenda bajêr û taxên gundan ên li navçeyan bi hemû hêza xwe bixebite da ku xwendekar di çûnûhatinê de pirsgirêk dernekevin.