Şaredarî destê hewarê digihîne pîrûkalan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi minasebeta 15ê Hezîranê Roja Hişyariya Ji bo Îhmal û Îstîsmara Pîrûkalan Cîhanê, li ser tirba Sultan Şêxmûs a Mêrdînê ji bo kal û pîran geryanek li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin xizmetên xwe yên ji bo kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn û di peydakirina hewcedariyên xwe de zehmetiyan dikişîne didomîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, 60 pîrûkalên mînanî dara çinarê yên 65 salî û mezintir tevî xizmên xwe ji Yekîneya Kal û Pîran li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê hildan û birin ser tirba Sultan Şêxmûs.

Kalên ku li gel xebatkarên Yekîneya Kal û Pîran ziyaret kirin, dua kirin.

Çalakî piştî xizmeta xwarin û vexwarinê ya ji bo kal û pîran bi dawî bû.