Biçûkan serdana Baxçeyê Perwerdeya Ekolojiyê kirin

 

 

Zarokên ku li salonên lîstikê yên Navendên Jiyana Jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê perwerde dibin, li Baxçeyê Perwerdeya Ekolojiyê geriyan.

Ji bo biçûkên ku di odeyên lîstikê yên Navenda Jiyana Jinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de perwerde dibin, çalakiyek hat lidarxistin.

Xwendekarên ku li Baxçeyê Perwerdeya Ekolojiyê ya girêdayî Şaredariya Kayapinarê ya li Parka 75an a Bulvara Mahabadê ya navçeya Kayapinarê ye, tevî mamosteyên xwe bi çalakiyên curbecur kêf kirin.

Xwendekarên ku xebatkarên Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojiyê di Atolyeya Kompost, Veberanîn, Goga Tovî û Fêrgeha Kaxezê de pêk anîn dîtin, di çarçoveya agahiyên ku perwerdekaran ji wan re anîne de, li atolyeyan pratîk kirin.

Xwendekaran li Baxçeyê Perwerdeya Ekolojiyê bi lêkolîna tovên bav û kalan tov çandin, şînbûn û şitilan kirin.