Li goristanan paqijiya eydê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, beriya Cejna Qurbanê li goristanan dest bi xebatên paqijiyê kir.

Desteya Parastin û Kontrola Jîngehê di çarçoveya amadekariyên Cejna Qurbanê de xebatên xwe didomîne da ku welatî di jîngeheke paqij de serdana goran bikin.

Ekîbên ku li Goristana Yenîkoyê dest bi xebatê kirin, çopên li goristanê kom kirin, rê paqij kirin û çopê bi wesayitan veguheztin benderê.

Ekîbên ku li goristanan tenekeyên çopê jî datînin, piştî ku xebatên xwe yên li Goristana Yenîkoyê bi dawî bikin dê li Şehîdgeha Mêrdînkapî, Çiftehavuzlar, Alipınar û Goristana Kevin a Suryaniyan xebatên paqijiyê bikin.