Walî Alî Îhsan Su çavdêriya xebatan kir

 

 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, xebatên ku ji teref Şaredariya Bajarê Mezin ve tên kirin lêkolîn kirin.

Walî Su di çarçoveya amadekariyên Cejna Qurbanê de ji bo welatî di hawirdoreke paqij de serdana goran bikin çavdêriya xebatên berdewam kir.

Walî Su di lêkolîna Goristana Mêrdînkapî û Yenîkoyê de wiha got: “Ji bo xizmên welatiyên me di hawirdoreke paqijtir û di nava aramiyê de karibin biçin serdana gorên xwe, ekîbên me xebatên xwe didomînin.

Walî Su di serdana xwe de welatiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anî silav kir û demekê sohbet kir.

Walî Su ji ber lêkolîna xebatên restorasyonê yên li aşê dîrokî yê li Fîskayayê didomin, der barê xebatên tên kirin de agahî girt.

Walî Su tevî Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û serokên daîreyan bû.