Rêberên geştyarî û ajansên geştiyariyê serdana Diyarbekirê kirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ku di bernameyên turîzmê de çêjên xwecihî cih bigire û rêyên nû û nirxên çandî bigihîne turîzmê, li herêmê mazûvaniya rêberên geştiyariyê kir.

Ji bo ku tevkariyê li geşepêdana turîzmê bikin, Daîreya Esnaf û Pîşekaran rêber û ajansên geştiyariyê yên ku li Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dixebitin li Diyarbekirê pêşwazî kirin.

Di çarçoveya bernameyê de nûnerên rêberên turîzmê û ajansên geştyarî, Kompleksa Muzeya Îçkale, qada ku gorên Hz. Silêman û 27 rêhevalên şehîd lê ne, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Kerwanseray (Xana Delîlan), Qesra Gazî û Muzeya Bajêr a Amedê ziyaret kir.

Walî Alî Îhsan Su bi rêberan re hat cem hev

Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Alî Îhsan Su û Sekreterê Giştî Abdullah Çîftçî, Seroka Odeya Rêberên Tûrîst a Herêma Şanliurfayê (ŞURO) Merve Ofluoglu, nûnerên Lijneya Temsîlkariya Herêma Mezopotamyayê ya TURSABê, rêberên geştiyariyê û nûnerên ajansê yên li tesîsên Diyar-î Lezzet ên li Bîngolê re hevdîtin kirin.

Der barê turîzma bajêr de bi Walî Alî Îhsan Su û beşdaran re fikrên xwe parve kirin.