Alîkariya cilûbergên eydê ji "Dikana Dest bi Destî"

 

Pêdiviya cil û bergên eydê ya 500 zarokan li "Dikana Dest bi Destî" a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de dixebitî, hat pêşwazîkirin.

Beriya Cejna Qurbanê pêdiviyên cil û berg û xwarinê yên malbatên ku ji Navendên Jiyana Jinan sûd werdigirin, li Dikana Dest Bi Destî ya ku di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebite hatin bicihanîn.

Berhemên ku bi piştgiriya xêrxwazan li navenda ku li Bazara Binerdê ya Meydana Dagkapiyê tê berhevkirin, li gor temen û zayenda zarokan ji aliyê xebatkaran ve tên veqetandin.

Zarokên ku bi malbatên xwe re tên navendê berhemên ku jê hez dikin diyarî dikin.

Li navendê paketên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine amadekirin û berhemên xwarinên hişk tê de li malbatan tên belavkirin.