Ava kaniyê ya betal dê ji bo avdana çandiniyê bê bikaranîn

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, xebatên xwe yên ji bo bikaranîna ava kaniyên betal ên gundan ji bo çandiniyê didomîne.

Midûriyeta Xizmetên Gundî bi protokola ku bi Îdareya Geşepêdana Herêmî ya GAPê re hatiye îmzekirin, dê ava kaniyê ya bêkar bi boriyan û çêkirina kanalîzasyonê bide cotkarên navçeyên Çermûg û Çungûşê.

Bi vê projeyê, ji bo ku avdanî ji bo çandiniyê li hemû taxên her du navçeyan guncav bibe û rê li ber windabûna avê bê girtin, dê bi rêyên girtî û vekirî ve veguhestina avê were kirin.

Di çarçoveya projeyê de wê li taxên Sinek, Elîfuşağı, Aşağı Şeyhler, Încili, Bademli, Şeyhandede û Gözeller ên navçeya Çermûgê qenaleke trapez a 14 hezar û 500 metreyî bê çêkirin.

Li navçeya Çungûşê li taxên Şahabezi, Oyuklu, Malkaya, Elmadere, Seferuşağı, Değirmensuyu, Avut, Akbaşak, Atalar û Balcılarê 16 hezar û 880 metre lûle bê danîn û 1350 metre qenalên trapezoîdî bên çêkirin.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31