Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, beriya Cejna Qurbanê, êtîm û extiyarên ku rewşa wan a aborî nebaş e ziyaret kir û pakêtên erzaqê û pakêtên diyariyan li wan belav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi rêya Yekîneya Kal û Pîran xizmeta ji bo darçinarên mezin ên ku bi tena serê xwe dijîn û di peydakirina pêdiviyên xwe de zehmetiyan dikişîne, didomîne.
Daîreya Xizmetên Civakî berî Cejna Qurbanê, li navnîşanên ku diyar kiribûn pakêtên xwarinê û paketên diyariyê (şekir û kolanya) li sêwî û pîr û kalên ku dijîn belav kir.
Kolî û paketên diyariyê yên ku li Yekîneya Kalûpîran a li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê hatibûn amadekirin ji aliyê ekîban ve li navnîşanên kal û pîran hatin hiştin.
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Bayram Sezgîn jî cejna Qurbanê li kal û pîran pîroz kir.