Di dema eydê de otobûsên şaredariyê belaş in

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dê di Cejna Qurbanê de bi wesayitên şaredariyê sefera gel bê pere pêk bîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku di dema Qurban Bayramê de xizmeta çûnûhatina gel bêpere bike.

Li gorî biryara ku hatiye girtin, Serokatiya Daîreya Veguhastinê di 4 rojên Cejna Qurbanê de ku roja Çarşemê 28ê Hezîranê dest pê dike û roja şemiyê diqede, ji bo seferên ku bi wesayitên çûnûhatinê yên şaredariyê tên kirin, heta 1ê tîrmehê ji welatiyan pere nayê girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xizmeta herî baş ji welatiyan re bike dê otobûsan bi hemû kapasîteya xwe bixebitîne.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31