Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi boneya Cejna Qurbanê ji welatiyên ku goran ziyaret dikin re şîranî û liqum pêşkêş kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a ku beriya Cejna Qurbanê bajar bi hemû yekîneyên xwe ve amade kir, ji bo welatî di nava aramiyê de biçin serdana goran, hemû amadekariyên li goristanan temam kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, xelkê Diyarbekirê yên ku ji bo seredana gorên xizmên xwe hatibûn, bi şîranî û delaletê pêşwazî kirin.
Bi boneya cejnê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin ku li stanta ku li ber deriyê Goristana Yenîkoyê Asrî ya li navçeya Baglarê ya navendî hatiye vekirin, li ber derî pêşwaziya welatiyan kirin, şîranî û liqum dan wan.