Şaredarî bo tercîha zanîngehê şêwirmendiyê dike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi standa ku di "Rojên Tercîha Zanîngeha Diyarbekirê" ya ku li bajêr hat lidarxistin de vekir, xizmeta şêwirmendiyê bêpere pêşkêşî xwendekaran kir.

Xwendekarên ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç ku zanîngehên dewlet, weqf û taybet tê de cih digirtin, beşdarî Rojên Tercîhên Zanîngehan ên li Diyarbekirê bûn, der barê xebatên perwerde û civakî yên zanîngehan de agahî dan.

Xwendekarên ku derfeta hevdîtinê bi rayedarên zanîngehên dewletê û weqfê re peyda kirin, ji hêla mamosteyên pispor ên ku ji hêla Daîreya Karûbarên Ciwan û Werzîşê ve hatine wezîfedarkirin, der barê şêwirdariya tercîhî, veguheztinên rasterast û berwarkî de hatin agahdarkirin.

Her wiha mamosteyan der barê derfetên bûrs, tavan û xalên bingehîn, tercîh û rêzan de xwendekar agahdar kirin.