Werzişvanên Şaredariyê di Şampiyonaya Tirkiyeyê de cih girtin

 

Werzişvanên judoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di pêşbirkên "Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Lîga Biçûkan" ya ku di navbera 24-28ê tîrmehê de li Fethiyeya navçeya Muglayê hat lidarxistin de pileyine Tirkiyeyê bi dest xistin.

Werzişvanên Judoyê yên ku li Dibistanên Spora Azad ên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwan û Werzişê de dixebitin hatin keşfkirin û bo Klûba Sporê ya Şaredariyê hatin wergirtin, serkeftineke nû li serketina xwe zêde kirin û dereceyên girîng bi dest xistin.

Di pêşbirkên fînalê yên Şampiyoniya Lîga Biçûkan a Tirkiyeyê de ji werzişvanên judoyê yên mêr ên Şaredariyê Mehmet Zahît Çelîk di 26 kîloyan de madalyaya zîv bi dest xist û di rêza duyemîn a Tirkiyeyê de cih girt. Rabîa Bîlîcî di 44 kîloyan de di rêza pêncemîn de cih girt.

Bi vî awayî werzişvanên Şaredariyê îsal di şampiyoniya Balkanan û 9 şampiyoniyên Tirkiyeyê yên ku beşdarî tê de kirin, hin derece bi dest xistin.