Xwendekaran li Navenda Zanistê ya Cezerî li esmanî temaşe kir

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Navenda Zanistê ya Cezerî û Mala Zanînê ya Alî Emîrî ku wek navendeke perwerde û teknolojiyê vekir, "Çalakiya Çavdêriya Esmanî" li dar xist.

Navenda Zanistê ya Cezerî û Mala Zanînê ya Alî Emîrî ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve ji bo tevkariyê li perwerdehiya zarok û ciwanan bike anîn Diyarbekirê, xebatên xwe didomîne.

Xwendekar û dê û bavan eleqeyeke mezin nîşanî teleskopên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve li ser terasa mala înformasyonê hatin danîn, dan.

"Bûyereke xweş"

Di çalakiyê de ji xwendekarên li esmanan temaşe kir Hîlal Eslem Orman jî diyar kir ku çalakî gelek xweş derbas bû û gelek kêfa wê hat.

Orman destnîşan kir ku ew li hîv û stêrkan temaşe dike û wiha got: "Bûyereke pir baş e, ez dixwazim ev bûyer berdewam bikin."

Ji xwendekaran Muhammed Mert Îpek jî diyar kir ku ew cara ewil bi teleskopê li cihekî dinêre û destnîşan kir ku ew der pir xweş e.

Ebrar Ozgezer got:

"Min heyva pir berfireh bi teleskopê dît, ew bi rastî xweş e. Bi hatina Mala Zanînê ya Alî Emîrî ez pir kêfxweş im. Ez bi ezmên re eleqedar im, ji bo min firsendeke baş bû. Perwerdehiya li vir jî pir baş e, perwerdekar, çavkanî, gelek derfet dane. Em li hêviya berdewamiya bûyerên wiha ne.”