Walî Alî Îhsan Su aşûre li welatiyan belav kir

 

 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, di çarçoveya çalakiyên meha Muharremê de ji welatiyan re aşûre îkram kir.

Ji aliyê Serokatiya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo roja Aşûrayê li Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî çalakiyek hat lidarxistin.

Walî Su û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, piştî nimêja înê aşûreya ku tijî berojê kiribûn bi welatiyan re parî kirin.

Walî Su pêşîn meha Muharremê li welatiyan pîroz kir û diyar kir ku ev roj rojên taybet in ku hestên yekîtî û bihevrebûnê zêde dibin.

Piştî belavkirina aşûreyê Walî Su demekê bi welatiyan re sohbet kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Cejna Aşûrayê, li Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî û Mizgefta Silêman Pêxember ji 20 hezar kesî re aşûre belav kir.