Di kelegerma havînê de lîmonatê pêşkêşî welatiyan dikin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji ber germa havînê li navçeya Gêlê ku yek ji navendên turîzma ayînî ye, lîmonateya sar pêşkêşî welatiyan dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî li navçeya Gêlê li ber deriyê gorên pêxemberan wesayîtek vexwarinê ya gerok danîn.

Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatiyên ku di kelgermê de hênik bibin, bêpere lîmonate pêşkêş kirin.

Lîmonate dê rojên pêncşem, şemî û yekşeman dema ku hejmareke zêde ya mêvanan hebe were pêşkêşkirin.