Ciwanan Roja 30ê Tebaxê bi coş pîroz kir

 

Xwendekarên Bîlgieviyê yên ku di nava desteya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de li dibistanên havînê perwerdehiya xwe didomînin, 30'ê Tebaxê Cejna Serketinê bi coş pîroz kir.

Xwendekarên Bîlgieviyê yên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê bi boneya 30ê Tebaxê Cejna Serketinê çalakiyek li dar xist.

Bernameya ku li salona semînerê ya Malên Zanînê pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtinê û xwendina Sirûda Neteweyî dest pê kir.

Di çalakiyê de perwerdekarên Bîlgîevîyê li ser girîngiya 30ê Tebaxê axivîn û slaytek pêşkêş kir. Xwendekaran pirsên ku meraq dikirin ji mamosteyên xwe re kirin.

Xwendekarên Klûba Drama ya Bilgieviyê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 30'ê Tebaxê de hunerên xwe nîşanî temaşevanan dan. Xwendekarên Koma Muzîkê awazên xwe gotin.

Di çalakiyê de xwendekaran bi hest û ramanên xwe helbestên xwe yên xweş xwendin.

Bername bi temaşekirina kurtefîlmên 30ê Tebaxê yên Cejna Serketinê û duakirina ji bo şehîdan bi dawî bû.