Şaredariyê wesayîtên xurde dan rakirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, hişyarî da xwediyên wan ku wesayitên qerase yên ku hatine terikandin û hawirdorê qirêj dikin, rakin.

Ekîbên trafîkê yên Midûriyeta Zabiteyan û Midûriyeta Polîsan xebatên xwe yên ji bo rakirina wesayitên qerase yên ku ji aliyê xwediyên wan ve li cihên pîşesazî hatine terikandin û dibin sedema qirêjiya jîngehê û astengiyan didomînin.

Ekîban hişyarî da xwediyên wan ku wesayitên xwe yên qerase yên li kêleka rê mane, rakin.

Ekîbên polîsan diyar kirin ku wesayitên qerase dê bibin sedema gemarî û pirsgirêkên tenduristiyê, ji bo rakirina wesayitên terkkirî rapor amade kirin.

Piştî hişyariyê qirêjiya dîtbarî û hawirdorê ya li qadê bi vekişandina 6 wesayîtan ji aliyê xwediyên wan ve hat rakirin.