Zabite rê nade parsekan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ber nexweşxane, xaçerê, kuçe û kolanan, ji bo parsekan kontrol kirin.

Midûriyeta Zabiteyan li ser kesên ku bi îstismarkirina hestên manewî û dînî parsekiyê dikin, teftêşa xwe didomîne.

376 kesên ku li ber nexweşxaneyên navçeyên navendî, li xaçerêyan, li kuçe û kolanên ku welatî lê kom bûne parsekiyê dikin, hatin girtin û birin Midûriyeta Zabiteyan a Kantarê.

Ekîban 6 hezar û 538 lîreyên ku kesan bi rêya parsê berhev kiribûn desteser kirin. Di çarçoveya Qanûna Cezayê ya jimara 5326an de "Biryara Qezaya Îdareyê" hat dayîn û ji bo 24 kesên ku nasnameya wan hat tesbîtkirin jî 14 hezar û 808 lire ceza hat birîn.