Şaredarî beşdarî “1emîn Hevdîtina Çand û Turîzmê ya Ruhayê” bû

 

 

Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin, di “1emîn Hevdîtina Çand û Turîzmê ya Navneteweyî ya Ruhayê” de amade bû û bi danîna standa bajêr bajarî dide nasîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û di “1emîn Hevdîtina Çand û Turîzmê ya Navneteweyî ya Ruhayê” de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Ruhayê ve hate lidarxistin, cihê xwe girt.

Di çalakiya ku li Qada Fûarê ya TUYAPê ya Ruhayê hat lidarxistin de Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî bi sûrên bajêr ên dîrokî û avahiyên mîmarî stand vekir.

Di çalakiyê de çenteyê ku tê de Kovara Diyarbekirê, albûma wêneyên danasînê, pirtûka rêberiya turîzmê, şapik, zencîra mifteyê û broşur hene, li mêvanan hatin pêşkêşkirin.

Li stantê qedayifa Diyarbekirê, paste, ava sûsê, şerbeta rihanê û lîmonate ji mêvanan re tê pêşkêşkirin.

Mêvan eleqeyeke germ nîşanî standa Amedê ya ku dê heta 2'ê Îlonê vekirî be, nîşan didin.