Qeydên Lîseya Akademiyê dest pê kirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo piştgiriya perwerdehiya ciwanan Dibistanên Akademiyê yên amadeyî vekir û ji bo heyama nû qeydên wan dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di perwerdehiyê de grafîkên serkeftinê yên ciwanan bilind bike û ji bo piştgiriyê bide xwendekarên ku perwerdeya xwe didomînin, xebatên xwe didomîne.

Li Lîseyên Akademiyê yên ku di bin banê Beşa Xizmetên Ciwan û Werzişê de xebatên xwe didomînin û di heyamên berê de gelek xwendekar şandin zanîngeha hedefa xwe, qeydên sala xwendinê ya 2023-2024an dest pê kir.

Li Akademiya Sûr, Şehîd Alî Gaffar Okkan, Dîcle, Hanî Xatuniye, Sîlvan El-Cezerî, Cûngûş û Akademiya Bismilê ya Ehmedê Xanî ku li wir bêpere xizmetên perwerdehiyê tê dayîn, dema qeydê dê heta 20'ê Îlonê dewam bike.

Di perwerdehiya Lîseya Akademiyê de, ku xwendekarên lîseyê û mezûnên di bin 21 saliyê de ne, çalakiyên wekî rêberî, perwerdehiya nirxan, çalakiyên çandî û geryan, pirtûkxane û komên xwendinê, atolyeyên komputer, huner û nivîsandinê, axaftin, konferans, kamp û meşîn, her wiha dersên bingehîn ên amadekirina zanîngehê jî dide xwendekaran.