Walî Alî Îhsan Su serdana DÎSKÎyê kir

 

 

Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Diyarbekirê ziyaret kir û der barê xizmetguzariyê de agahî standin.

Walî Su ji aliyê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, Alîkarên Midûrê Giştî, serokên daîreyan û midûrên yekîneyan ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna ku li Midûriyeta Giştî hat lidarxistin de xebatên DÎSKÎyê yên sala 2023an hatin nirxandin, projeyên ku bên kirin û projeyên ku hatine plankirin hatin nirxandin.

Walî Su, li vir diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ava vexwarinê ya bi kalîte û binesaziya bi kalîte li navenda bajêr, navçe û gundan xebatên xwe didomîne.