Li Yîgîtçavûşa Sûrê xebatên binesaziyê bi dawî bûn

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Taxa Yîgîtçavuş a navçeya Sûrê ya ku bi ser qaymeqamtiya nû ye, xebatên xwe yên binesaziyê bi dawî kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) xebatên binesaziyê û şebekeya ava vexwarinê ya li qadên niştecihbûnê yên nû didomîne.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê DÎSKÎyê ve li Taxa Yîgîtçavûş a navçeya Sûrê tên kirin de 10 hezar û 842 metre xeta şebekeya ava vexwarinê û 350 girêdana aboneyan tê çêkirin.

Di çarçoveya xebatên binesaziyê de 14 hezar û 352 metre xeta şebekeya kanalîzasyonê, 270 odeyên çavdêriyê, îstasyonên pompekirinê û 309 metre xeta pompekirinê bi dawî bûn.

"Avahiyeka nûjen û rehet girêdayî binesaziyê ye"

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî xebatên ku ji aliyê ekîban ve tên kirin teftêş kirin û ji xebatkarên teknîkî agahî girtin.

Tutşî bal kişand ser girîngiya xebatên ji bo bajêr û wiha got:

“Bajar roj bi roj pêş dikeve û mezin dibe. DÎSKÎ ji bo bajar bibe xwedî binesaziyeke saxlem xebatên xwe bênavber didomîne. Rêya avahiyeke nûjen û rehet di binesaziyeke zexm re derbas dibe. Qadên ku bi binesaziyek zexm hatine çêkirin, bi taybetî di warê aborî de gelek avantajan peyda dikin. Xebatên binesaziyê yên ku me li qada nû ya navçeya Sûrê kirine, dê ji bo geşepêdana bajêr tevkariyeke mezin bike. Bila xizmetguzariyên me bi kêrî Diyarbekira me bên."