Zarokên di kaniya Enzelê de avjenî dikirin birin hewza nîvolîmpîk

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, zarokên ku ji ber germê di hewza xemilandî ya Kaniya Enzelê de xwe dixistin avê, birin melevangeha nîvolîmpîk.

Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Werzîşê, ji bo zarokên xwe di hewza xemilandî de honik dikirin bibin melevangeheka kamil a nîvolîmpîk, çalakîyek li dar xist.

Di vê çarçoveyê de zarokên ku di hewza xemilandî ya li Parka Enzelê ya navçeya navendî ya Sûrê de xwe hênik dikirin, bi otobusa Şaredariya Bajarê Mezin birin Hewza Seyrantepe Tokî ya li navçeya navendî Yenîşehîrê.

Li vir zarokên ku berçavk, bone û şort dan wan, di hewza nîvolîmpîk de di bin çavdêriya parêzvan û perwerdekaran de kêfa melevanîyê kirin.

33 hezar zarok û ciwan beşdarî aktîvîteyên sporê bûn

Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Omer Bugday diyar kir ku di çarçoveya projeya "Werin Sporê" de îsal 33 hezar zarok û ciwanên temenê wan di navbera 8-21 salî de, di 21 şaxan de bername pêk anîn.

Bugday got ku di çarçoveya projeyê de 6 hezar zarok û ciwanî derfeta melevaniyan bi dest xist û wiha axivî:

“Zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin hewza parka navdar a Enzelê ya li Sûrê. Ji ber ku li wir herêmeke ewle û kontrolkirî nîne, me got divê li vir di hawîrdoreke sterîl a kontrolkirî û ewle de avjeniyê bikin. Niha zarok tevî mamosteyan bi selametî dikevin hewzê. Tewra bi profesyonelî hînî avjeniyê jî dibin. Zarokan rojek xweş derbas kirin. Di dema pêş de em ê di demên diyar de zarokên xwe bînin vir."

Ew fêrî avjeniyê dibin

Ji zarokan Onur Kaya jî diyar kir ku wan di hewza nîvolîmpîk de demeke xweş derbas kir û wiha got:

“Berê me li nav ava kaniya Enzelê avjenî dikir. Enzele ne ewle bû, dibû em tê de bixeniqîyana. Ji ber vê sedemê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em anîn vir û fêrî melevaniyê kirin. Spas ji her kesî re.”

Yek ji xwendekaran Bahoz Încisoy jî wiha got: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berçavk û serpêç dan me. Paşê me bi mamosteyên xwe re avjenî kir û em gelekî kêfxweş bûn.”

Zarokên ku li Hewza NîvOlîmpîk bi melevaniyê kêfxweş bûn, piştî xwarin û vexwarinê bi otobusê vegeriyan mala xwe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê dê di hewaya germ de anîna zarokan bo hewzên Olîmpiyadê bidomîne.