Sefera zêde bo Gêlê, li Pîranê rêgeh guherî

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser daxwaza welatiyan otobûsên ku li ser rêya Diyarbekir-Gêlê tên-diçin seferek zêde kir û li navçeya Pîranê jî rêgeha otobûsan guhert.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî xizmetên hatûçûnê bi rehetî, ewledar û bi kalîte werbigirin, xebatên xwe didomîne.

Bi vekirina dibistanan re Serokatiya Daîreya Veguhastinê biryar da ku li ser rêya Diyarbekir-Gêê hejmara wesayîtên çûnûhatinê yên giştî ji 1'ê bibe 2'yan.

Karûbarê komsiwariyê rasterast ji bo Pîranê

Wesayîtên çûnûhatinê yên ku di seferên danê sibê û êvarê de li ser gundên Gêlê disekinin û seferên gundên Pîranê dikin, ji ber qeraja rêwiyan a li Pîranê dê rasterast di navbera Pîran - Diyarbekir, Diyarbekir - Pîranê de xizmeta veguhestina giştî bikin.

Li navçeyên Gêlê û Pîranê di veguheztina giştî de ji sibê ve xizmetên nû dest pê dikin.