Semînera “Fêmkirina Tiryakê” hat lidarxistin

 

 

Di çarçoveya civînên "Huzur Hanem" ên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tên lidarxistin de, ji aliyê Perwerdekara Pispora Derûnnasiyê Afra Sevde Çelebî ve semînerek hat lidarxistin.

Di bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin de, Çelebî têgeha tiryakê ji dêûbavan re, cureyên wê û sedemên ku mirov ber bi wê ve dibin vegot.

Ekîbên Narkorehberê yên Midûriyeta Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê jî der barê tiryakê de agahî dan.

Piştî semînerê plaket hat pêşkêşkirin û wêneyê pêkve hat hilgirtin.

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ayşe Yildirim, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Muhammed Ay û Serokê Şaxa YEŞÎLAYê Fesîh Aktaş beşdarî bernameyê bûn.