Li Taxa Gozelan pirsgirêka ava vexwarinê çareser bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi projeya ku bi pêş dixe, pirsgirêka ava vexwarinê ya Taxa Gozelan a bi ser navçeya Peyasê çareser dike.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo ava vexwarinê ya bênavber û bi kalîte 24 saetan bigihîne welatiyan li taxên gundewarî projeyan dimeşîne.

Ekîbên ku di vê çarçoveyê de dixebitin, li navçeya Gozelan a ku 67 mal û nifûsa wê nêzî 700 kes e, xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya 1861 metreyan bi qalibên cuda datîne.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ku xebatên hanê teftêş kirin diyar kir ku projeya ku li taxê tê kirin gihîştiye qonaxa qedandinê.

Tutşî anî ziman ku ew bi plansaziyên xwe hewl didin pirsgirêka ava vexwarinê ya taxên gundewarî çareser bikin û got ku rêya xizmetguzariya baştir ji bo taxên gundan girêdana aboneyan e.

Tutşî destnîşan kir ku divê avdana bax û baxçeyan bi ava vexwarinê neyê kirin da ku her kes bigihêje ava vexwarinê û bal kişand ku divê her kes bi kêmasî û bi zanebûn ava vexwarinê bikar bîne.