Dengbêj li gundan şevbêrkan li dar dixin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi projeya ku pêk anî, li gundan dest bi xebatên "Dîwana Dengbejê" kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, dengbêjiya ku "bîra civakî" ya ku hilgir û vebêjerê wêjeya devkî ye, bi têkiliya mamoste û şagirt nifş bi nifş vediguhezîne hev û îro jî wek pêkhênerê çanda devkî xizmetê dike. bi gundiyan re tîne cem hev.

Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve tê meşandin de, yekemîn Dîwana Dengbejan li gundê Baheşmeya bi ser navçeya Hazroyê hat lidarxistin.

Di şevbêrka ku dengbêjan stranên xwe yên xweş gotin de, welatî bi bernameya çand û hunerê ya li gundan kêfxweş bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di çarçoveya bernameyeke diyarkirî de li taxên gundewarî dîwanên Dengbêjan bidomîne.