Zengila dersa ewil ji bo biçûkan lêxist

 

 

Vekirina sala perwerdehiyê ya 2023-2024an li salonên lênêrînê û lîstikên zarokan ên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de pêk hat.

Zengila dersê ya ewil li Zarokxane û Mala Lênêrîna Rojê ya Baxcilar, Zarokxane û Navenda Lênêrîna Rojê ya 450 Evler, Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê, Xaniyên Niştecihbûna Baglarê, li Bismil û Farqînê malên civakî, kreş û salona lîstikê lê xistin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û hevjîna wî Meryem Çîftçî, di sala perwerdehiyê ya nû de li Zarokxaneya 450 Evlerê û Navendên Lênêrîna Rojê xwendekar tenê nehiştin.

Çîftçî yê ku ji nêz ve bi xwendekaran re eleqedar bû û diyariyên cur bi cur dan wan, bi hevdîtina bi mamosteyan re der barê rewşa perwerdehiya xwendekaran de agahî girt.

Zarokxane û odeyên lîstikê

Ji bo ku zarokên malbatên dezavantaj ji xizmetên perwerdehiya pêşdibistanê sûd werbigirin, li navendên perwerdehiyê yên ku xizmetê didomînin di şaxên cuda de jîyana xwe ya biçûk pêş dixin.

Li navendên ku kelûpelên perwerdehiyê, pêdiviyên kirtasiyeyê, taştê û xizmetên din bêpere tên dayîn, li gel perwerdehiya amadekariya pêşdibistanê jî çalakî û bernameyên ku dê tevkariyê li pêşketina zarokan bikin, tên kirin.

700 zarok ji navendên lênihêrîna rojane û lîstokên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin sûd werdigirin.