Projeya Santrala Paqijkirina Avê ya Dîcleyê ber qedandinê ye

 

 

Xebatên Tesîsa Paqijkirina Avê ya Dîcleyê ya ku bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) û ÎLBANKê hat çêkirin, ber bi qedandiyê ye.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê li navenda bajar û navçeyan bi projeyên suriştedost xebatên xwe yên projesaziyê didomîne.

Bi saya santrala ku ji bo pêşîgirtina qirêjiya avê ya ku jiyana zindiyan tehdîd dike xwedî girîngiyeke mezin e, wê pêşî li qirêjiya Çemê Dîcleyê ku çavkaniya herî mezin a avê ye li herêmê bê girtin.

Di projeya ku dê ava paqijkirî de berde, zeviyên çandiniyê jî dê ji ava qirêj bên parastin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Midûrê Herêmê yê ÎLBANKê Suleyman Halit Bayrak, xebatên projeya hevpar teftêş kirin û ji xebatkarên teknîkî agahî girtin.

Tutşî diyar kir ku wan projeyên ku hewcedariyên siberojê bi cih bînin pêk anîne û wiha axivî:

“Weke Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji sedî 90 qedandina fizîkî ya înşaata santrala paqijkirina ava çopê ku dê heta sala 2056an pirsgirêka avê ya Dîcleyê çareser bike, pêk hatiye. Hêvîdar im ku ew ê ji bo welatiyên me sûdmend be. Ji bo binesaziya navçeyê em projeyeke girîng pêk tînin. Bi saya projeyê dê pirsgirêka binesaziya navçeya me bi temamî çareser bibe. Em lê dixebitin ku ji navenda bajêr heta gundan xizmeta herî baş ji welatiyên xwe re bikin."