Li Diyarbekirê ‘kirtasiye’ ketin ber kontrolê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li seranserê parêzgehê li sûk û firotgehên kirtasiyê kontrolên etîketan pêk anî.

Midûriyeta Zabiteyan bi destpêkirina Sala Perwerdehiyê ya 2023-2024an ve kontrolên xwe yên li bazar û firotgehên kirtasiyeyê zêde kir.

Ekîban di kontrolên xwe de saxti kirin ka li gor qanûna bi hejmara 6502 ya parastina xerîdaran etîket li ser berhemên kirtasiyeyê hene an na.

Di kontrolên ku hatin kirin de hişyariyên pêwîst ji bo kesên ku bihayê wan tune bû hat dayîn û li 4 kargehan jî ceza hat birîn. Ji bo 11 cihên kar ji ber ku bihayên wan hebûn belgeyên lihevkirinê hatin derxistin.

Ger welatî pirsgirêkên ku di vî warî de dîtine ji ALO 153 re ragihînin dê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî bi pirsgirêkan re rû bi rû nebin, dê kontrolên bihayan bidomînin.