Xebat hene ji bo ava kaniyên jeotermal bi kêrî turîzm û çandiniyê bên

 

 

Di projeya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenê (MTA) bi hev ra dimeşînin, xeta boriyê ya jeotermalê tê danîn.

Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Midûriyeta Pêşxistina Çavkaniyan ve li Taxa Çarikliya navçeya Sûrê tê kirin, xebatên ji bo bikaranîna ava germ a bi germahiya nêzî 65 pile ya li bilindahiya 2 hezar metreyî di turîzm û çandiniya serayê de tê bikaranîn, dewam dikin.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo xeta jeotermal a ku ava germ vediguhêze xebatek da destpêkirin.

Di projeyê de ekîb xeteke 2 hezar û 700 metreyî ya enerjiya jeotermal ku ava germ bi rêjeya herikîna 25 lître di saniyeyê re derbas dibe tê danîn.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat teftêş kir, qadên ku dê xetên danasînê derbas bibin kontrol kir û ji ekîba teknîkî agahî girt.

Tutşî destnîşan kir ku ev proje dê ji bo geşedana civakî, çandî, turîzm, bazirganî û aborî ya bajêr bibe alîkar û diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku wezîfeyên xwe bi cih bîne dixebite.