Hewza nîv-olîmpîk a Pasûrê qediya

 

 

Hewza nîv olîmpîk a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li navçeya Pasûrê çêkiribû, temam bû.

Xebatên di çarçoveya protokola di navbera Wezareta Ciwanan û Sporê, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan de ji bo temamkirina kêmasiyên di xizmeta ciwanan û binesaziya werzîşê ya 17 navçeyan de dewam dikin.

Li navçeya Pasûrê di çarçoveya protokola ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Teknîkî ve hat îmzekirin de hewza nîvolîmpîk hat çêkirin.

Tesîsa ku ciwanên Pasûrê dikarin bêpere bi kar bînin li ser erdekî 5 hezar metrekare û 960 metre qadeke girtî hat çêkirin.

Di tesîsê de rahênerek, ewlehiya jiyanê, tenduristî, karmend û odeyên xwe şelandinê û sekoyeke rûniştina temaşevanan heye.