Kêşeya av û binesaziya warnişînên nû tê çareserkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li gundên Engewrê û Tilalo yên navçeya Sûrê projeyên ava vexwarinê û binesaziyê gihandin qonaxa ber qedandinê.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên binesaziyê û şebekeya ava vexwarinê ya li qadên nû yên niştecihbûnê didomîne.

Ekîbên DÎSKÎyê li gundên Engewrê û Tilalo ku wargehên nû yên navçeya Sûrê ne, xebatên ava vexwarinê û binesaziyê dimeşîne.

Li gundê Engewrê xebatên 5 hezar û 854 metre şebekeya kanalîzasyonê û 3 hezar û 383 metre jî xeta boriyê ya kanalîzasyonê bi dawî bûn.

Di çarçoveya xebatên ku li gundê Tilalo tên kirin de 9 hezar û 984 metre xetên şebekeya ava vexwarinê û 350 girêdana aboneyan tên çêkirin.

Di çarçoveya xebatên binesaziyê de 10 hezar û 282 metre xeta şebekeya kanalîzasyonê, 294 metre xeta danasîna kanalîzasyonê, 270 manholên teftîşê û 55 metre jî sondaja horizontî hatin temamkirin.

Çîftçî kar teftêş kirin

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, bi Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî re qadên xebatê seh kirin û der barê qonaxên projeyan de ji xebatkarên teknîkî agahî girtin.

Çîftçî bal kişand ku xebat bi baldarî tên meşandin û wiha got: “Binesaziya taxên me bi rêkûpêk tê çêkirin. Ez hevkarên me yên ku beşdar bûn pîroz dikim."

Tutşî, diyar kir ku ji bo bajar bibe xwedî binesaziyeke nûjen û rehet ew ê li qadên bi pirsgirêk xebatên xwe xurtir bikin û diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê daxwazên welatiyan nirxand û gavên pêwîst avêtin.