Xebatên Santrala Parzûnkirina Ava Kanalîzasyonê ya Haniyê bi dawî bûn

 

 

Li Santrala Parzûna Kanalîzasyonê ya Haniyê ya ku bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) û ÎLBANKê hat çêkirin, xebat bi dawî bûn.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê bi anîna projeyên nû yên xwezadost li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe yên xizmetguzariya bo welatiyan didomîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku di vê çarçoveyê de lêkolînan dike, bi "Projeya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê" (SUKAP) li Haniyê Santrala Paqijkirina Ava Kanalîzasyonê ava kir.

Santrala Paqijkirina Ava Kanaliyê ya Haniyê ku li ser rûbereke giştî ya 10 hezar metreçargoşe hatiye çêkirin, xeteke kolektîf a sereke ya 1183 metre dirêj, hewzên rijandin û aerobîk, jûreya derbazkirinê, jûreya firandinê, hewza rûniştinê, hewza aerobîk, jûreya jeneratorê û avahiya îdarî li xwe vedihewîne.

Dema ku tesîs piştî ceribandinê bi tevahî kapasîteya xwe bixebite, dê pirsgirêka bêhnjêçûnê ku dem bi dem li herêmê têt dîtin bi dawî bibe û welatî bibin xwedî jîngehek paqijtir.

Çemê Dibanê ji qirêjiyê xilas bû

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku berê ava çopê bi awayekî bêserûber berdidan nav Robarê Dibanê û bi xebata aktîf a tesîsê ve bi saya xeta kolektorê ya sereke ya 1183 metre dirêj dê ava çopê bê paqijkirin û qirêjiya çemî nemîne.

Tesîs wê heta sala 2055an pêdiviyên navçeyê bi cih bîne

Tutşî diyar kir ku Santrala Paqijkirina Ava Kanalizasyonê dê heta sala 2055an hewcedariyên navçeyê bi cih bîne û diyar kir ku emrê tesîsê bi revîzyonên paşê mimkûn e bêt dirêjkirin.

Tutşî bal kişand ser girîngiya avêtina avên bermayî yên li cihên niştecihbûnê û destnîşan kir ku ew bi wan tesîsên ku li navçeyan çêkirine tenduristiya gel û çavkaniyên ava şirîn û binerd diparêzin.