“Serdema Çand û Hunerê ya Sezaî Karakoç” dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi boneya vekirina Serdema Çand û Hunerê ya Sezaî Karakoç a 2023 - 2024an bernameyek li dar xist.

Serdema Çand û Hunerê ya Sezaî Karakoç ya 2023-2024an ku bi banê Şaredariya Bajarê Mezin e, bi şano, sînema, konser, pêşangeh, rojên bîranînê û gelek çalakiyan dê welatiyan bîne cem hev, hat vekirin.

Çalakiya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bi vekirina pêşangeha wêneyan a "Şopên Demê yên Diyarbekirê" dest pê kir, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî, pêşangeh vekir û berhem saxtî kirin.

Piştî vekirina pêşangehê Hunermendê Qûmê yê li cîhanê navdar Omer Faruk Elmas bi hunera xwe ya qûmê cihên dîrokî yên Diyarbekirê pêşan da. 

Piştî pêşandana hunera qûmê bername bi konsera “Zimanên Zindî û Stranên Wan” berdewam kir.