Lîstikvana Şaredariyê du madalya bi dest xistin

 

Werzişvana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Nazli Bozkurt, di Turnuvaya Karate ya Open Basel a Navneteweyî ya ku di 16ê îlonê de li bajarê Basel ê Swîsreyê hat lidarxistin de, madalyayên zîv û tûnc bi dest xist.

Kuluba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî beşdarî turnuvaya ku li Swîsreyê hat lidarxistin bû û werzişvanên ji 26 welatan hatin pêşbaziyê.

Werzişvan Nazli Bozkurt a ku li Dibistanên Spora Azad ên ku di bin banê Beşa Ciwan û Werzîşê de dixebitin hat keşfkirin û anîn Klûba Sporê ya Şaredariyê, di navneteweyî de serkeftinek bi dest xist.

Bozkurt di pêşbirka Kumîte ya Jinan a U21 de bû 2yemîn, Bozkurt madalyaya zîv bi dest xist û di kategoriya 55 kîloyî ya kumîta jinan da bû 3yemîn.