Xebat ji bo rê û rêbarên ewle û rehet tên kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li taxên gundewarî yên 17 navçeyan xebatên çêkirina rê û rêbaran dimeşîne.

Di xebatên xwe yên ji bo ewletir û rehettir kirina veguheztinê li taxên gundewarî, Midûriyeta Lêgerîna Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê li 17 taxên bajêr li ser rê û rêbarên taxan xebatên binaxe, bingeh, solîn, rastkirin, dagirtin û kolandinê dimeşîne.

Ji bo ewlehiya çûnûhatinê ya welatiyan bigihêje asta herî jor, ekîb firehiya rêyên taxên komê jî zêde dikin û li ser rêyên ku binesaziya wan qediyane xebatên asfaltkirina rûberî dikin.

Ekîban 12,5 kîlometro xebatên asfaltkirina asfaltê ya qata 2yemîn a rêya taxa Delîdere-Yabacî-Kavşanê ya bi ser Sûrê temam kirin.

Xebatên asfaltkirina asfaltê li ser rêya gundê Eyûban-Çekmaxê ya Karazê 9 kîlometre qediyan.