Qeyda bo qursên EKPSSê dest pê kir

 

 

Qeydkirina qursa "Îmtîhana Hilbijartina Karmendên Astengdar bo Cemaweriyê " (EKPSS) ya ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve ji bo welatiyên astengdar ên ku di perwerdehiya navîn û lîsansê de ne bên vekirin, dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bilî ku tevkariyê li jiyana civakî ya kesên astengdar dike, piştgiriya perwerdehiya wan jî dike.

Ji bo sala perwerdehiyê ya 2023-2024an qeydên li qursa EKPSSê ya ku di bin banê Midûriyeta Şaxa Xizmetên Civakî, Astengdar û Kal û Pîran de xebatên xwe didomîne dest pê kir.

Di qursa ku dê ji bo astengdarên ortopedîk, kêmendamên sivik ên derûnî, kêmbîn û kêmendamên bi nexweşiyên kronîk sûd werbigirin, dê ji aliyê Navenda Perwerdehiya Gel a Tirkî ve, bo dersên Matematîk, Erdnîgarî, Dîrok, Destûra Bingehîn, Prensîb û Şoreşên Ataturk, Erdnîgarî, Çand û Şaristaniyên Tirkiyeyê, Welatîbûna Bingehîn dê bi destê mamosteyên pispor ve ders bên dayîn û ew ê li ser mijarên rojane perwerdeyê bidin.

Midûrtiya Şaxa Astengdar û Kal û Pîran ji xeynî qursa EKPSSê dê perwerdehiya govendên gelêrî, çêkirina çerm, boyaxkirina dar, perwerdeya deng, gîtar, şano, tembûr û çêkirina tabloyan jî bide, ku dê kesên astengdar karibin tev li karên civakî bibin.

Di dewreyê de kesên astengdar dê li gorî şert û mercên fizîkî û derûnî li ser koman bên dabeşkirin.

Serlêdanên ji bo Navenda Piştgiriya Astengdaran a Sumerparkê û Navenda Jiyana Çalak dê 29ê Îlonê roja Înê biqede.