Çemê Qeremûsa Palûkê êdî wê paqij biherike

 

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina kêşeya avê ya Çemê Qeremûsa ya navçeya Sûrê dest bi xebatê kir.

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê dê bêhn û dîmenên nebaş ên ku ji ber ava bermayiyên ku li Taxa Palûka navçeya Sûrê ji ber înşaatên ne asayî diherikin nava çemî, ji holê rabike.

DÎSKÎ piştî xebatên vejenê yên ku ji aliyê Karên Hidrolîk ên Dewletê ve li herêmê tên kirin bi dawî bûn dê dest bi tetbîqkirina projeyê bike.

Kanalîzasyona mal û kargehên li Taxa Palûkê dê bi rêya şebekeya kanalîzasyonê derbasî Tesîsên Parzinandinê Avê ya Biyolojîk bibin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî xebat teftêş kir û ji xebatkarên teknîkê agahî girt.

Tutşî diyar kir ku ev proje binesaziya herêmê xurt dike û wiha got:

“Li Çemê Qeremûsa ya di gundê Palûkê re derbas dibû xetên kanalîzasyonê yên DÎSKÎyê ji ber ku berê di ser re derbas bûbû xera bûn. Ji ber wê jî kanalîzasyona hin malên wê herêmê diherikî nav çemî. Ger rehabîlîtasyona çemî ji aliyê DSÎ ve biqede, em ê li wê herêmê dest bi xebata kanala xwe bikin û em ê bermayiyên xaniyên li kêleka çemî bigirin û li Tesîsa xwe ya Dermankirina Biyolojîk a Pêşketî paqij bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê me dest bi projeyeke mezin kir. Bi projeyê re wê binesaziya herêmê bê avakirin û pêşî li qirêjbûna çemê Dîjleyê bê girtin. Em hewl didin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan xizmeta herî baş bikin."