Zabite servîsên dibistanê saxtî dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re li servîsên dibistanan seh kirin.

Midûriyeta Zabiteyan ji bo sewqiyata xwendekaran a bi ewle, disiplîna sewqiyata hatûçûnê, ji bo rêgirtina li sewqiyata korsan û ji bo parastina mafên şofêrên ku rastî kar tên, wesayîtên sewqê kontrol kirin.

Ekîban kontrol kirin ka tabelaya rawestanê, tabelaya wesayîta dibistanê, kemberên ewlehiyê, perçeyên hundir, perçeyên gewdeyê derve û lastîk şertên ku di "Rêziknameya Wesayîtên Servîsa Dibistanê" de hatine destnîşankirin pêk anîne an na.

Ekîban di kontrolan de der heqê 54 wesayîtên ku li gor rêziknameyê tevnegeriyan tedbîrên ceza girtin.

Li gel kontrolên ku li ber dibistanan hatin kirin, ji bo ajokaran jî xebatên agahdarkirinê hatin kirin.