Li Huzurparka Pîranê xebat hatin destpêkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser Parka Huzûrê ya Pîranê ya 1650 metrekareyî ku ji saet 7 heta 70î dê welatiyên Pîranê jê sûd werbigirin dest bi xebatê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo welatiyên li navçeya Pîranê dijîn li Huzurparkê xebatên binesaziyê didomîne.

Di projeya ku wê bi tevahî 1650 metrekare qada wê ya hêşîn hebe, ji bo zarokan qada lîstikê ya 396 metrekare tê çêkirin.

Huzurparka ku dê ji şêniyên Pîranê re jî îmkana werzîşê bide, dê amûrên fitnesê jî hebin.

Dê beşek ji qada hêşîn wekî cihê rûniştin û bêhnvedanê, 600 metrekare ji parkê wekî qada nebatî were bikaranîn û cûrbecûr dar, kulîlk û çîçekên demsalî werin çandin.