Walî Alî Îhsan Su saxtîya xebatan kir

 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, xebatên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tên kirin vekolîn.

Walî Su ewil Qesra Mîrzadeyan ku xebatên restorasyona wê qediyan teftêş kir.

Walî Su pişt re li Şaxa Mala Wilayetan a Diyarbekirê ya ku li Sûrê ye û temam bû kontrol kir û der barê xebatên ku hatine kirin de agahî girtin.

Xebatên asfaltê teftêş kirin

Walî Su, Kolana Çarçira ya ku li navçeya Kayapinarê xebatên asfaltkirina wê qediyan û Kolana Abdulkadîr Topkaç a ku xebatên binesaziyê dewam dikin teftêş kir. Walî Su ku der barê xebatan de agahî girt, li Kolana Kayapinarê xebatên înşakirina peyarê ku didomin veçavî kir.

Piştre Walî Su, esnafên li Bulvara Dîclekentê ziyaret kir û li pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kir. 

Di bernameya Walî Su de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û serokên daîreyan jî amade bûn.