Bo ciwanên zanîngeh qezenckirî 5 hezar lîre piştgirî

 

Walî Alî Îhsan Su:

“Îsal em ê ji her zarokên xwe yên ku bikevin zanîngehê mehê 5 hezar lîreyî 1000 lîreyî alîkariya zanîngehê bikin. Hûn xwendekar dixebitin, em di xizmeta we de ne."

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, îsal li navend û navçeyan dê 5 hezar lîreyî destekê bide xwendekarên Diyarbekirî yên ku îsal cara ewil li navend û navçeyan li zanîngehê bi cih dibin û qeyda xwe çêdikin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ji bo xwendekarên ku li mêvanxaneya keçikan û lîseyên akademiyê dixwînin bi dirûşmeya "Berxên Dîcleyê Bi Ciwanên Şiyarbûyî re Gihiştin Xeyalên Xwe" çalakiyek li dar xist.

Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, di merasîma ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ew di xizmeta gelê Diyarbekirê de berdewam dikin.

Su diyar kir ku wan gelek xizmet li bajêr kirine û wiha got:

"Em bi sedan xizmetên wekî rê, park, baxçeyên miletî, kampên ciwanan, seyrangeh, qadên pîknîkê, peyzaj, meydanên bajaran, xaçerêyan, xaniyên bêhnvedanê, navendên jiyanê yên bê asteng, malên lênêrîna heywanan, avahiyên xizmetguzariyê, qursên Quranê ji bo welatiyên xwe yên Diyarbekirî pêk tînin."

Ji bo xwendekarên Diyarbekirê 5 hezar lîre piştgirî

Su destnîşan kir ku ew di xizmetên pêşkêşkirî de bi taybetî girîngiyê didin ciwanan û ji bo mezinkirina ciwanan çi ji destê wan tê dikin û wiha got:

"Sala par me 10 hezar zarokên xwe di lîseyên akademiyê de perwerde kirin. Îsal ji bo bi qasî 15 hezar zarokên xwe qursên belaş dan. Niha em encamên wan distînin. Par me 22 hezar zarokên xwe beşdarî tesîsên werzîşê yên Şaredariya Bajarê Mezin kirin da ku şiyanên xwe bi pêş bixin, îsal me 32 hezar zarokên xwe bi werzişê dan nasîn. Îsal me giranî da ser perwerdeyê. Ji hezar û 384 biçûkên ku me dan ber xwendinê hezar û 41 biçûkên me ji zanîngehê mezûn bûn. Par me alîkariya pereyan kir. 2 hezar û 500 lîre ji bo her biçûkên me yên ku li bajarê me ketiye zanîngehê em ê îsal 5000 lîreyî, 1000 lîre alîkarîya zanîngehê bidin her zarokên xwe yên ku ketine zanîngehê. Em di xizmeta we de ne."

Di merasima ku ji aliyê xwendekarên Mêvanxaneya Keçikan, lîseya akademiyê û mala zanînê ve hat amadekirin de konserokek, xwendina helbestan û pêşandana govendê ya gelêrî hat lidarxistin, Walî Su jî ji 100 xwendekarên herî baş re 5 hezar lîre sertîfîka diyarî kir.

Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, Qeymeqamê Baglarê Îsmaîl Pendik, midûrên saziyên cemaweriyê, mamoste, xwendekar û malbatên wan beşdar bûn.

Serlêdan dest pê kir

Serlêdan 21ê Îlonê roja Pêncşemê dest pê kir û dê 6ê Mijdarê roja Duşemê saet 23:59an bi dawî bibe. Xwendekar bi nimreya TR-ya xwe û agahiyên nav û paşnavê wê karibin serî li http://basvuru.diyarbakir.bel.tr bidin.

Piştî ku belgeyên serîlêdanê hatin kontrolkirin, di roja ku tê diyarkirin de dê piştgirî li hesabên ciwanan bê razandin.