“13emîn Mihrîcana Zebeşên Diyarbekirê” bi dawî bû

Ji bo danasîna Zebeşa Diyarbekirê ya ku ser asta erdnîgarî tescîlkirî ye û ji aliyê Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin ve ”13emîn Mîhrîcana Zebeşên Diyarbekirê" hat lidarxistin, mîhrîcan bi dawî bû.

Roja duyemîn a mîhrîcanê bi konsera Koroya Ziman û Stranên Zindî ku li Meydana Dagkapiyê hat lidarxistin dest pê kir.

Piştî koroya ku ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hat şopandin, hunermend Rojîn derket ser dikê û bi stranên xwe yên herî xweş ji bo hezaran şêniyên Diyarbekirê yên ku Meydana Dagkapiyê tije kiribûn, stran.

Piştî konserê Serokê Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Mesut Tanrikûlû plaketek diyarî Rojînê kir û zebeş jî diyarî Rojînê kir.

Pêşbirka Taybet a Zebeşên Diyarbekirê hat lidarxistin

Di çarçoveya mîhrîcanê de Klûba Jokeyê ya Tirkiyeyê li Hîpodroma Amedê Pêşbaziya Festîvala Zebeşên Diyarbekirê ya Navneteweyî li dar xist.

Pêşbaziya ku ji hêla hespên Thoroughbred ên ji sê salî ve tê meşandin, hespê jimare 15, Wictory Drop, ku jokeyê Mehmet Avşar lê siwar bû, bi ser ket. 

Piştî bezê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Veysel Kizilay kupa diyarî xwediyê hespan Bagnu Egîlli kir.